Oy oy felekê
Ma tu nizanî
Derdê me Kurda
Derdekî giran e
Qîz, xortê me kuştin
Giş bi ciwanî
Bûye para me
Nezanî û bizanî
Oy oy felekê
Lê tu bêbext î
Oy oy felekê
Lê tu bêbext î
Te da xayina
Ê bext û textî
Oy oy felekê
Lê tu bêbext î
Te da zalima
Ê bext û textî
—
Mirov îro
Di warê xwe de
Di erd û avê
Ê kalê xwe de
Tu hem kole bî
Tu hem bindest bî
Ê qebûl nake
Ê rêya xwe de
Oy oy felekê
Lê tu bêbext î
Oy oy felekê
Lê tu bêbext î
Te da xayina
Ê bext û textî
Oy oy felekê
Lê tu bêbext î
Te da zalima
Ê bext û textî
