Rêya Kobanî bi dar e
Tim were xware xware
Qelendê keçika delal
Li ser pişta min bar e
Pêşîya malê xendeq e
Fêqîr derî lê veke
Keçik diçe ser çiya
Gotina bavê xwe nake
Pêşîya malê xendeq e
Fêqîr derî lê veke
Keçik diçe ser çiya
Gotina bavê xwe nake
—
Pêşîya malê bi kizin e
Rindê dest bi bazin e
Qelendê keçika delal
Sed û pêncî bizin e
Pêşîya malê bi kizin e
Rindê dest bi bazin e
Qelendê keçika delal
Sed û pêncî bizin e
Pêşîya malê xendeke
Fêqîr derî lê veke
Keçik diçe ser çiya
Gotina bavê xwe nake
—
Pêşîya malé kundir e
Çeleng qîza Xidir e
Porsorê, gewrê, rindê
Hiş û aqil li vir e
Pêşîya malé kundir e
Çeleng qîza Xidir e
Porsorê, gewrê, rindê
Hiş û aqil li vir e
Pêşîya malê xendeke
Fêqîr derî lê veke
Keçik diçe ser çiya
Gotina bavê xwe nake
