Ger Pişti Te Ez Nemırım 2022
Ger pşitî te ez nemirim
Tilya gustîrkê dê birrim
Ger pşitî te ez nemirim
Tilya gustîrkê dê birrim
Da carek dîl vê cîhanê
Eşqa kesê nehelgirim
Da carek dîl vê cîhanê
Eşqa kesê nehelgirim
—
Şenge biyê porr zêrrînê
Lêvên te kanya evînê
Şenge biyê porr zêrrînê
Lêvên te kanya evînê
Kengî dê b mista helînîn
Wê şerabê meya jînê
Wê şerabê meya jînê
Kengî dê b mista helînîn
Wê şerabê meya jînê
Wê şerabê meya jînê
—
Payîz hat û solîn weryan
Dilên mel kovana çeryan
Payîz hat û solîn weryan
Dilên mel kovana çeryan
Ji germa eşqa min û te
Erd û esman bo me giryan
Ji germa eşqa min û te
Erd û esman bo me giryan
Ev eşqa hinde kevnare
Rê naçînê, nîne çare
Ev eşqa hinde kevnare
Rê naçînê nîne çare
Hindî dbûrin sal û zeman
Herdem ya xurt û siyare
Herdem ya xurt û siyare
Hindî dbûrin sal û zeman
Herdem ya xurt û siyare
Herdem ya xurt û siyare
Hindî dbûrin sal û zeman
Herdem ya xurt û siyare
Herdem ya xurt û siyare



