keçike
Keçikê neçe geliya rêvasa
Here delalê neçe geliya rêvasa
Wê bê pêşiya te lawkê va eşîra
Here delalê neçe geliya rêvasa
Wê ji te bistînît wa hîm û geza
Kiçê delalê neçe geliya rêvasa
—
Hay keçikê neçe geliya kariya
Here delalê neçe geliya kariya
Wê bê pêşya te lawê Ermeniya
Here delalê neçe geliya kariya
Wê ji te bistînît cotê keziya
Kiçê delalê neçe geliya kariya
—
Hay keçikê neçe belg û tolika
Here delalê neçe belg û tolika
Wê bê pêşya te kurkê xelika
Here delalê neçe belg û tolika
Wê ji te bistînît cotê kezîka
Kiçê delalê neçe belg û tolika
