Serê Vê Sibê
Serê vê sibê hate ji wêda
Xeml û rewş e li ser bejnê da
Serê vê sibê hate ji wêda
Xeml û rewş e li ser bejnê da
Xwezî ew bibe yara min
Maçek bidim dev û lêvan
Biqewitînim xem û kulan
Maçek bidim dev û lêvan
Biqewitînim xem û kulan
Bigirim bi destê wê karxezalê
Herim deştan, herim çîyan
—
Hate ji wê da lerizand dil
Li hev gerand ev dest û mil
Hate ji wê da lerizand dil
Li hev gerand ev dest û mil
Min got qey ez li buhuştê me
Tasek şerab û bahrek evîn
Dil ji min bir, hiş ji min bir
Tasek şerab û bahrek evîn
Dil ji min bir, hiş ji min bir
Bûme Mem ê bi hesreta Zîn
Dil ji min bir,hiş ji min bir
