Gava Tu Çu Sözleri – Raperin
Gava tu çû dil ma li dû
Ez û ez man rûbirû.
Evîn dijwar e tev pêt û are
Birînên xedar mane bêçare
Bi hêvî bûm min gotê were
Min ji ku zanîbû tu venagere
Bi hêvî bûm min gotê were
Min ji ku zanîbû tu venagere
—
Ez canê te bûm tu ne cana min bû
Ji te qetandin bo min mirin bû
Ez canê te bûm tu ne cana min bû
Ji te qetandin bo min mirin bû
Ez nêzî te bûm tu dûrî min bû,
Ez tim ê te bûm tu ya yekî din bû.
Ez mirî me tu zindî ye
Min ji ku zanîbû te min kuştiye
Ez mirî me tu zindî ye
Min ji ku zanîbû te min kuştiye
—
Ez Memê te bûm tu nebû Zîn
Piştî tu çû, bûm har û dîn.
Ez Memê te bûm tu nebû Zîn
Piştî tu çû, bûm har û dîn.
Ketim ranebûm carek şa nebûm,
ên ku min dikuşt xeyalên te bûn.
Dilê min sêwî êşeke bêdawî
Nema zindî dibin hêviyên mirî
Dilê min sêwî êşeke bêdawî
Nema zindî dibin hêviyên mirî
