Ruken – Mêvan û Mazûvan Şarkı Sözleri

Sitemizdeki bütün eserleri e-kitap olarak indirmek isterseniz.

Ruken – Mêvan û Mazûvan Şarkı Sözleri

Ruken - Mêvan û Mazûvan Şarkı Sözleri Ruken - Mêvan û Mazûvan Şarkı Sözleri Ruken - Mêvan û Mazûvan Şarkı Sözleri Ruken - Mêvan û Mazûvan Şarkı Sözleri

Söz / Lyrics: Cegerxwîn
Beste / Music: Nurhak Kılagöz

Ruken – Mêvan û Mazûvan Şarkı Sözleri

Ez hatime mala te
Xwe daye ber pala te
Ez jî wekî te teba
Gerek bêjî: merheba

Van çend rojan sibat e
Tim namênim li ba te
Ez ê herim mala xwe
Bighêm cem hevala xwe

Dost û mirov û neyar
Wê bê bûne dost û yar
Ne wek hev in per û post
Em nikarin bibin dost

Bi evînî jê re got:
Heta dil û ciger sot
Ez jî wek te xwedî per
Zivistan e bê mefer

Ez ne dînim ne gêjim
Bi Kurmancî dibêjim
Sergo nadin ser bana
Jin guh nadin mêvana

Ev pirtikên xweş û nerm
Ku nekşênim hilma germ
Çi hêjaye jîna te
Ko nekşênim bîna te

Ez jî nêrim tijî mê
Serma me kuşt bi germê
Ew kevoka jînebî
Zû fireh kir jêre cî

Çeng û per lê şikestin
Herdû bi hevre mestin
Piştî roj çû ava
Ew bûne bûk û zava

Gul û kulîlk çûne der
Cihan bûye kesk û zer
Bihîstine Mem û Zîn
Kîne Ferhad û Şêrîn?

Eger nasnakî evîn
Xec û Siyamed bixwîn
Ez Memê me û tu Zîn
Ez Ferhad û tu Şêrîn

Eger nasnakî evîn
Xec û Siyamed bixwîn

Scroll to Top