Dikim Nakim Tej Bir Nakim Sözleri – Erdal

Dikim nakim te ji bîr nakim,
Bi şev bi ro qet xew nakim,
Dikim nakim te ji bîr nakim,
Bi şev bi ro qet xew nakim,
Bi stran û bi beytên xwe,
Nikarim pesna te bikim,
Çi qas wesfan li te bidim,
Nikarim pesna te bikim,
Wey Dilberê çi delalî,
Xweşî û rindî ji te dibarî,
Feqiyê Teyran Ehmedê Xanî,
Pesna te dikin li dîwanê,
Feqiyê Teyran Ehmedê Xanî,
Pesna te dikin li dîwanê,
—
Ji Dêrsimê heta Wanê,
Xemilî tev mêrg û kanî,
Ji Dêrsimê heta Wanê,
Xemilî tev mêrg û kanî,
Newroz e gel çû seyranê,
Pîroziya min û te kanê,
Welatê min bûka cîhanê,
Dem hat bigrin em dîlanê,
Wey dîlberê çi delal î,
Xweşî û rindî ji te dibarî,
Wey dîlberê çi delal î,
Xweşî û rindî ji te dibarî,
Feqiyê Teyran Ehmedê Xanî,
Pesna te dikin li dîwanê,
Feqiyê Teyran Ehmedê Xanî,
Pesna te dikin li dîwanê,
—
Hezar spas li dê û Bavan,
Rehme li wan kal û xalan,
Bo te dimrin xortên kurdan,
Qet heyfa te bi wan nayê,
Bo te dimirî Ali Baran,
Qet heyfa te bi min nayê,
Wey Dîlberê çi delal î,
Xweşî û rindî ji te dibarî,
Hejar û Melayê Cizîrî,
Bo te dinivîsin dîwanê,
Pesna te didin li dîwanê.
