Türkü sözleri, Şarkı Sözleri

biranin mem ararat

biranin mem ararat biranin mem ararat biranin mem ararat biranin mem ararat

Min dit ew çîyayên bê deng
Bi dengê te bi hewar e
Çar hêlê xwe vexist agir
Lê ew ne intîxar e
Qêrînên te bê hempa bû
Hişbûnên te jî wisa
Li gel bayê xerbî
Tu xortekî kal î

Qêrînên te bê hempa bû
Hişbûnên te jî wisa
Li gel bayê xerbî
Tu xortekî kal î

Lê mirin bi te şa nabe
Tu mayî ji sibeha
Lê mirin bi te şa nabe
Tu mayî ji sibeha

Ji evînê tu qut nebûbûyî
Û ji tevahiya jînê
Pey te payîz xalî bû
Te hêz daye evînê

Ji evînê tu qut nebûbûyî
Û tevahiya jînê
Pey te payîz xalî bû
Te hêz daye evînê

Min dit çiya lalek bû
Tu jê re buyî hawar
Bi dengê te şînbû hêvî
Rengîntir bûye bihar

Qêrînên te ew zindî bû
Hişyar bû ji xewa giran
Bûye teyrek firî bû
Venişt li bilindahiya

Qêrînên te ew zindî bû
Hişyar bû ji xewa giran
Bûye teyrek firî bû
Venişt li bilindahiya

Nexşeya evînê xem e
Şopê wê ma li payiza
Nexşeya evînê xem e
Şopê wê ma li payiza

Pel diweşînin loma
Mizgîn dide ji bihara
Pel diweşînin loma
Mizgîn dide ji bihara

“Dara hesretê ye dinya, keko
Bêyî xema stewre ew
Erdnigariya şahiya wenda ye hêjî
Tê gotin, bi ber ava çemekî ketiye
Û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye
Li deverek biyanî, lê ne gelekî dûr
Dibe ku bi qasî mijangên xwe nêzîk
Lê ew dîsa jî wenda ye
Ew li wir ketiye
Li ku lal bûbe çivîkek
Li ku giriyabe zarokek
Li ku êşiyabe birînek
Xatirxwestinên bê wext para kê be
Qêrînên herî delal yê wan e, keko”

FavoriteLoadingFavoriye Ekle