Çavên xwe digerînim
Dîsa ez te nabînim
Çavên xwe digerînim
Dîsa ez te nabînim
Di xewnên şevan de ez dibînim
Yarê ez xwe dixapînim
Dilê xwe dixapînim
Di xewnên şevan de ez dibînim
Yarê ez xwe dixapînim
Dilê xwe dixapînim
Çav xezalê, were yarê…
kanî soza te
Dilê’m dixwest te bibîne…
kanî eşqa te
Ez lal dibim, ez dîn dibim ji nebûna te
Sozên te dayî (tev) derew bûn,
te ez hiştim di rê de
Çav xezalê, were yarê…
kanî soza te
Dilê’m dixwest te bibîne…
kanî eşqa te
Ez lal dibim, ez dîn dibim ji nebûna te
Sozên te dayî (tev) derew bûn,
te ez hiştim di rê de
—
Were dilê’m bexçe ye
Textê te di nav de ye
Were dilê’m bexçe ye
Textê te di nav de ye
Evîna me tê de ye,
Yarê ez li benda te me
Çavê min li riya te ye
Evîna me tê de ye,
Yarê ez li benda te me
Çavê min li riya te ye
Çav xezalê, were yarê kanî soza te
Dilê’m dixwest te bibîne kanî eşqa te
Ez lal dibim, ez dîn dibim ji nebûna te
Sozên te dayî derew bûn, te ez hiştim di rê de
Çav xezalê, were yarê kanî soza te
Dilê’m dixwest te bibîne kanî eşqa te
Ez lal dibim, ez dîn dibim ji nebûna te
Sozên te dayî derew bûn, te ez hiştim di rê de
Söz Beste: MUSA ACAR
