Türkü sözleri, Şarkı Sözleri

oy xezal

Derdê dilê min hezar in ew nayên firotinê
Piştî çavê te xezalê çibkim wez malê dinê

Li nav dowala bigerim takî te nay dîtinê
Oy xezal oy xezal
Yar xezal oy xezal
Oy xezal sebra dilê min

Cil li ser min sed perçe ne evdalêkî dîn im ez
Hiş ji serê min direve rojek te nebînim ez

Dinya tev baxê gula be bê cerg û bê bîn im ez
Oy xezal oy xezal
Yar xezal oy xezal
Oy xezal sebra dilê min

Dinya tev baxê gula be bê cerg û bê bîn im ez
Oy xezal oy xezal
Yar xezal oy xezal
Oy xezal sebra dilê min

FavoriteLoadingFavoriye Ekle