Türkü sözleri, Şarkı Sözleri

Neçirvano – Şakiro Sözleri

Neçirvano - Şakiro Neçirvano - Şakiro Neçirvano - Şakiro Neçirvano - Şakiro

Nêçîrvano… lo lo…
lawiko min ji te ra negot li vî berî…
egîdo min ji te ra negot li vî berî ha li vî berî,
pismamo li vî berî ha li vî berî,
bozekî çaçan ê kap reş ê çav reş siwar î,
bêşlîkê Romê davêjî milê çepê,
cote tajiyên kem ê reş ê xezalî davêjî merezê,

çawa berê xwe didî gazan û bêlanan
gelo vê sibekê malxirabo nêçîra
xezalan digerî li vî hemberî?

Tu nizanî ez xezal im xezala egîd im,
gerdena min zer e,
çepilê min dirêj e,
porê min kej e,
nava min qendîl e,
zenda min bi bazin e,
tiliya min bi gustîl e
lêva min tenik e
pozê min bi qerefîl e (xizme)
sîh û sê gulî li ser bejna min a tenik û zirav bûne çît e (kezî),
dêrisê gundê me da bîst û çar eşîr in.

Lo… sekvano,
tu nizanî seb xatirê çav û biriyên min ê reş û belek ketine dew(ey)ê,
ocax koro bîst û çar serî sekvano…

Egîdo…
sibe ye tu nizanî seb xatirê çav û biriyên
min ê reş û belek ketine dewê
hey wax liminê bîst û çar serî…

ê de lo lo…
lo sekvano…
piçûko xişîmo nezano nijdevano (eşqiya)…

Nêçîrvan digot: de lê lê xezalê tu nizanî gelo ez Şemo me,
ez Şemo me xwedanê hevsed mîhên serê li çiyê,
diwanzdeh kihêlên serê tewlê me,
ji malê siwar dibim li boz ê çaçan ê kap reş ê çav reş,

bêşlîkê Romê davêjim milê çepê,
cote tajiyên kem ê reş ê xezalî davêjim merezê,
berê xwe didime gazan û bêlanan nêçîra van xezalan,
tu dêhna xwe bidê xêncî mihiba dilê xwe bitenê ne bi aşiqê qîz û bûkên xelkê me,
ancax dêrisê gundan da bi aşiqê rihma di Xwedê me….

De lê lê…
lê xezalê…
bejn ziravê,
çepil dirêjê,
por kejê,
nav qendîlê,
rû bi xalê,
derva sar e qasekî li kêleka min rûnê li bircên kelê li aliyê malê…

Xezalê digot: de lo lo lawiko bihar e malên me danîne zozanan li ber belekan (belekiyên berfê),
lo sekvano…
egîdo bihar e malên me danîne zozanê jorîn ji xwe ra li ber belekan,
ez ê ti nifirê li te nakim tu ter û can û genc î li ber mala xwe be,
hêvî gumana min heye ji Xaliqê alemê Rebbê jorîn mîrê mîran ji şêxê melekan,
te tim û tim caran aniye serê pir û pir gelek an,

belkî vê sibekê Xaliqê alemê Rebbê jorîn bi dil bike gelo berfekê bibare salekî,
şeş mehan bimîne li erdê,
qir bike hevsed mîhên li serê çiyê,
diwanzdeh kihêlên serê tewlê,
bi dewê biharê ra bihasilî bi dewê du çêlekan…

Ê de lo lo…
lo sekvano…
piçûko xişîmo nezano lo nijdevano…

Xezalê digot: de lo lo lawiko navê te nizanim dibêjim şar hêşîno şar gevezo,
lo sekvano…
egîdo navê te nizanim ji te ra dibêjim şar hêşîno şar gevezo,
li bozekî çaçan ê kap reş ê çav reş siwar î,
bêşlîkê Romê davêjî milê çepê,
cote tajiyên kem ê reş ê xezalî davêjî merezê,
îro li gazan û bêlanan nêçîra xezalan digerî bi xar û lezo,

eger tu nêçîrvan î nêçîrvanê van xezalan,
bêbextiyan neke qasekî li ser milê xwe yê çepê bizivire ter û can û genciya
xwe qet tu ji bîr neke,
li ser milê xwe yê çepê bizivire gerdena min a zer mêzeke,
tu nizanî ez xezal im xezala egîd im,
gerdena min zer e,
çepilê min dirêj e,
porê min kej e,
nava min qendîl e,
zenda min bi bazin e,
tiliya min bi gustîl e,
lêva min tenik e,
pozê min bi qerefîl e,
sîh û sê gulî li ser bejna min a tenik û zirav bûne çît e,
dêrisê gundan da kareke karxezalan hey wax li minê ku jî ezo,
ê de lo lo… lo sekvano… piçûko xişîmo nezano nijdevano…

FavoriteLoadingFavoriye Ekle