Türkü sözleri, Şarkı Sözleri

Way Zalım Ahlatlı Şükran

Way Zalım Ahlatlı Şükran Way Zalım Ahlatlı Şükran Way Zalım Ahlatlı Şükran Way Zalım Ahlatlı Şükran

Karwanek wa dîsa bi rê ket
Bûn wek koçeran û felaket
Xeml û xêza wan karwana reş in
Bi derd û kul pey hev dimeşin

Penaberin penaber
Wek koçera der bi der
Welat welat digerin
Bûne wek teyrê bêper

Heywax li min, heywax li min
Penaber in koçer in
Heywax li min, heywax li min
Wek teyrê bêper in

Karwan karwanê kul û derdan
Dev ji mal û milkê xwe berdan
Digerin wek koçeran der bi der
Rih û can û milkan tev li ser dan

Penaberin penaber
Wek koçera der bi der
Welat welat digerin
Bûne wek teyrê bêper

Heywax li min, heywax li min
Penaber in koçer in
Heywax li min, heywax li min
Wek teyrê bêper in

Karwan karwanê penaberî
Ronahî li wan bûye tarî
Nizanî ne dikenin ya digrîn
Nizanî ne sax in yan mirî

Penaberin penaber
Wek koçera der bi der
Welat welat digerin
Bûne wek teyrê bêper

Heywax li min, heywax li min
Penaber in koçer in
Heywax li min, heywax li min
Wek teyrê bêper in

FavoriteLoadingFavoriye Ekle