Bêkes mam çola ketim
Te digerim Gula min
Te agir berda bedana min
Vê canê min Gula min
Gula Min delala min
Were ba min evîna min
Gula min hesreta min
Brîndarim sebeba min gula min
—
Dinya buye zîndan
Hêsrê min bûne baran
Ez pel bûm weşîyam
Biharim bû zivistan
Gula Min delala min
Were ba min evîna min
Gula min hesreta min
Brîndarim sebeba min gula min
