Türkü sözleri, Şarkı Sözleri

çi tofan bu

çi tofan bu çi tofan bu çi tofan bu çi tofan bu

Dora qonax çem û kanî
Qonax mabu bê kebanî
Mîr çu jî çolê buk anî
Anî li ser qonax danî

Go xanim bê bi giranî
Tu xanima van deranî
Go xanim bê bi giranî
Tu xanima van deranî

Hey lo mîro, buk bi xêr be
Kebanîka serbixwe be
Şênayîya mala te be
Aqubetî şên û şa be

Go xanim bê bi giranî
Tu xanima van deranî
Go xanim bê bi giranî
Tu xanima van deranî

Ez xanim bum ber pencerê
Min sêyr dikîr der û dorê
Dîdî hato û Qîqî birê
Min tu dengê xwe nekîrî

Gıran bu bum layîqê mîrê
Xanim boy her tişt naqîrê
Gıran bu bum layîqê mîrê
Xanim boy her tişt naqîrê

Hey lo mîro mal mîrato
Bextê te li erdê keto
Buka şîrin pozz lê bilind
Çi tofan bu ser te hato

Gıran bu bum layîqê mîrê
Xanim boy her tişt naqîrê
Gıran bu bum layîqê mîrê
Xanim boy her tişt naqîrê

Xanedanî wisa nabe
Xanimtî qet wek te na be
Xanedanî wisa nabe
Xanimtî qet wek te na be

Hey lo mîro bext tarîyo
Hêk jî nema ma birçîyo
Muçikê birçî xayînê dêrî
Reben ket ma bê xwedîyo

Xanedanî wisa nabe
Xanimtî qet wek te na be
Xanedanî wisa nabe
Xanimtî qet wek te na be

FavoriteLoadingFavoriye Ekle