Türkü sözleri, Şarkı Sözleri

Diçim Ji Vir

Diçim Ji Vir Diçim Ji Vir Diçim Ji Vir Diçim Ji Vir

diçim ji vir diçim ji vir
bo bêriya te b’kim diçim ji vir
di tûrî de hezar bîranîn
di dilî de agirê evînê
bo bêriya te b’kim diçim ji vir

çend demsalan xwe nû kir
çend çîrçîrok ji bîr bûn
bo nameya nehatî xwendin
bo tovê nehatî çandin
bo bêriya te b’kim diçim ji vir

hê germ e xweliya dilê min
hê dinale bilbilê min
biçim ji vir, biçim ji vir
ma kî heye j’te pê ve
bêriya min bike li vir

hê germ e xweliya dilê min
hê dinale bilbilê min
biçim ji vir, biçim ji vir
ma kî heye j’te pê ve
bêriya min bike li vir

FavoriteLoadingFavoriye Ekle