Türkü sözleri, Şarkı Sözleri

Derdê dilê min nayê gotin
Keserên min cot bi cot in
Êş û birîn bûn para min
Ji vê dûriyê ez hatim sotin

Eşqa te sînor derbas kirin
Navê te ferheng xilas kirin
Cîroka te jin tev bidawî kirin
Di dil de tu bûyî şaha ciwan

Bo min tu bû xewn û xeyal
Derbas dibin cejin û sersal
Li benda pîr ez bûm evdal
Tu nayê jibîr hey cana delal

Dinvîsim ez peyv û destan
Dikim qêrîn bi awaz û stran
Jiyana min êdî tev bû leylan
Por spî bu lê dil maye ciwan

FavoriteLoadingFavoriye Ekle